
Di derbeyekî serbazî li welatê Maliyê de, Serkomar û Serokwezîrê wî welatî ji aliyê parek ji Artêşiyên serhildayî ve hatne destbiserkirin.
Çekdarên Artêşa Maliyê di destpêkê de bi teqa esmanî êrîşî ser cihê mana Îbrahîm Bubekir Kîta Serkomar û Bubu Sîse Serokwezî, ew girtin û gel xwe birin.
Wan Artêşiyan kontirol girtine dest xwe û hemî Padigan û rêkên hation û çuyînê di bin kontirola wan deye.
Wê para Artêşiyên ku bi dijî hikumetê derbeya serbazî anku Kodita pêkanîn, berî ewê ku Serkomar û Serokwezîr bigrin , Fermande û dehan efserên pile bilinde artêşê jî çek kirine û destbiser kirine.
Wan serhildayiyan Serkomar neçar kirin ku dest ji kar berdana xwe rabigihîne.
Piledarên Artêşa Maliyê ragihandin ku heya derfet çêdibe bo hilbijartinê, ew dê welat birêve bibin.
Heya dema amadekirina wî nûçeyî armanca Artêşiyê serhildayî nehatiye eşkere kirin ku bi çi armancekê ew Derbe bi dijî hikumeta welatê xwe pêkanîne.
Artêşiyê Kudita ker daxwaz ji xelkê kirine ku di malên xwe de bimînin û fermanber jî neçne îdaran û ser kar. Herwisa ji hemî Balyozxanên welatan hatiye xwastin ku kardar û malbatên wan bila di malên xwe de dernekevin.