
Di çend dehikên derbasbûyî de bi sedema zêdebûna heşîmet, koçberî ji gundan bo bajaran, bilindbûna nirxên avahiyan û kirayeya xaniyan û ji hemûyan girîngtir, neşiyana rêkxirava “Çaverdêrî li ser Zêdebûna heşîmet”ê, derdornişîniyê geşe kiriye.
Derdornişînî ku berê bi tenê di bajarên mezin de hebû niha bere bere di bajarên wekî bajarê Îlamê ku bajarekî biçûk tê hisêb de jî peyda bûye ku gelek xisarên civakî ên wekî paqijî, pirsgirêka aborî, nebûna xizmetkariyên perwerde û xweşbijîviyê, zarokên kar, hejarî, tawankarî û gelek xisarên din ên civakî li pey derdornişîniyê tên.
Piraniya xelkê deverên derdornişîn berê xelkê gundan bûne û dahateke kêm hene û bi sedema kêmbûna xizmetkariyan di gundan de û bilindbûna nirxa avahiyan û kirayeya xaniyan di bajaran de bi neçarî rû bi derdornişîniyê kirine.
Dertdornişînî nerasterast xisarên civakî ên wekî tûşbûn bi madên sirker zêde dike û amaran daye xuya ku amara xisarên civakî di wan deveran de zêdetir ji deverên dinê ne.