Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derdornişînî di bajarê Urmiyê de zêde bûye

12:29 - 2 Tebax 2020

Hejmara kesên ku di taxên ku derdora bajarê Urmiyê de dijîn, rojbiroj zêdetir dibe.

Roja Şemî, 1ê Tebaxa 2020 an, Fermandarê bajarê Urmiyê, “Elîriza Mela Mihemedî zade” ragihandiye ku zêdetir ji 200 heya 220 hezar kes di 26 taxên derdornişîn yên bajarê Urmiyê de dijîn û hindek ji wan mêjve hebûne û hindek jî demekeî zêde nine ku hatine avedankirinê û rojbiroj qasa wan kesên ku di wan taxan de dijîn zêdetir dibe.

Pêka amarên rejîmê, pirsgirêka derdornişînî di Îranê de rojbiroj bi awayekî lezgîn, zêde dibe lê rejîm ti basekê derheq heger û sedemên wê derdornişîniyê nake.

Bilindbûna nirxa kiraye ya xaniyan, daketina çend qatî ya şiyana kirînina hewcehiyên xelkê belengaz û neşiyan a berpirsên rejîmê bona derbasbûn ji wan qeyranan, ji sedemên serekî yên derdornişîniyê ne.

Xelkê hejar ku şiyana dabînkirina kirayeye xaniyan di cihên hewce de tinîne, bi neçarî, rû bi dever û taxên derdornişîn dike, lê tinebûna xizmetguzarî, kêmbûna binkeyên tenduristî û pirsgêkên Av û avero û herwisa berqê, bi tenê aliyek ji pirsgirêkên jiyana derdornişîniyê ye.