Berpirseke rejîma Îranê gotiye ku gola Urmiyê bi qasî 23 kîlometran berpan bûye û bi asta cihgîriyê gehîştiye, lê ew gotina wî dereweke bi qasî gola Urmiyê ye.
Roja Pêncşemî, 28`ê Gulanê, pêka Nûçegihaniya “Tesnîm” a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst, Cihgirê Parêzgarê Urmiyê bas kiriye ku qasa ava gola Urmiyê pêka sala derbasbûyî, 90 milyon metra 3 cî zêdekiriye û pêka pîvanên dawiyê, 23 kîlometra 2 cî zêdetir bûye û gihîştiye bi 3 hezar û 239 kîlometrên 2 cî.
Gotina wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku kanala “Telegram” a “sitada ihyaya Urmiyê”, hevdem bas kiriye ku 45 kîlometra 2 cî ji berpaniya gola Urmiyê kêm bûye.
Gola Urmiyê piştî befir û baranên demsala zivistan û biharê bi qasek ava wê zêde bibû lê roj bi roj ji qasa ava wê kêm û kêmtir dibe û hekî herwiha be dê gola Urmiyê çik bibe û dê bibe çola xwê û dê bibe gef li ser jiyana xelkê parêzgehên derdor û dê berhemên werzêrî yên wan deveran ji nav bibe.
Rejîma Îranê bi derew û çewtekariyan dixwazin neşiyana xwe di hember wê pirsgirêka mirovî, jîngehî û aborî de veşêrin.