
Kurdistanmedia:Dazdemîn civîna Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê hate lidarzixtin, û li ser komek bas û mijaran axavtin.
Roja Sêşemî 14`ê Reşemeh(4`ê Adar)`ê, Navenda Hevkariyê a Partiyên Kurdistana Îranê, li sekretariya PDK civiyan, û derheq komek bas û mijarên girêdayî bi kar û erkên Navenda Hevkariyê axavtin, û guhertinên bîr û ramanan kirin.
Di destpêka karê civînê de, Omer Balekî, endamê Deftera Siyasî ya PDK, ku di vê heyamê de berpirsayetiya dewra Navenda Hevkariyê bi stûiyî wî bûye, destûra karê civînê xiste ber bas, û di beşeke din de jî, “Soran Nûrî” raportek derheq kar û çalakiyên Navenda Hevkariyê, yên di vê dewrê de pêşkêş kir.
Herwisa di beşeke din a vê civînê de, li gorî destûra karên spartî yên civîna 11 a Navendê hate nîqaşkirin, û çavaniya kar û erkên Navenda Hevkariyê ya girêdayî guherînkariyên niha û yên pêşerojê yên li Îranê axavtin hate kirin, û biryar hate dan da ku, hewlên zêdetir bo tundkirina alîkariyan bê dan.
Mijareke din behs li ser hate kirin, zêdekirina kar û çalakiyên Navendê, û herwisa berfirehkirina hewza endambûna, Navenda Hevkariyê bû ku, biryarên hewce li ser hatine dan.
Beşeke din a karê vê civîna Navendê destnîşankiribû bo, raporta xebata komîteya zinamê dayîk û nîqaşkirina li ser çalakiyên 2`ê Reşemhê yên îsal ku, ji aliyê Navenda Hevkariyê, destxweşî ji birêveberên Komîteya Roja Zimanê Dayîkê hate kirin.
beşa dawî ya civînê bo bihîstina raporta komîteya amadekarî ya Newroza îsal hatibû veqetandin. Ewên ku di civînê de beşdar bibûn, nêrînên xwe anîn ziman û rêka rêveberiya komîteya amadekariyê zêdetir ronî kirin.
Herwisa di nîqaşkirinên vê civînê de, biryar li ser nîqaşkirina zêdetir li ser çend xalên din hate dan, û ev bo civînên bê yên Navendê hatin spartin da ku biryar li ser wan bê dan.