Pêka gotina berpirsekî payebilind yê Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê, dermanên hewce bo xelkê, bi rêya kantîner û kamiyonan bi awayê qaçax û bi hêsanî bo Efxanistanê têne şandin.
Berpirsê Saziya Xwarin û Derman ê rejîma Îranê “Behram Darabî” di hevpeyvîn digel rojnameya “Hemşerhrî” de îtiraf kiriye: “ Dermanê nexweşiya “Sîl”ê bi qaçaxî û bi hêsanî û bi rêya kantîner û kamiyonan ji Îranê ber bi Efxanistanê ve tê şandin”.
Destnekevtina dermanên hestiyar yên wekî derziyên Ensolîn û dermanên nexweşiyên taybet, bûye gef li ser tendirustî û canê nexweşan û eva jî di halekê de ye ku ew dermanane bi awayekî berfireh û bi hêsanî bo welatên cîran bi qaçaxî têne firotin.
Nirxa dermanên ku ji derve têne kirîn bi 6 qatan û dermanên ku berhemên navxwyî ne 30 heta %100 bilindtir bûye û di dermanxaneyan de jî dest nakevin.