Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Derman bi qasa hewce di bajarê Urmiyê de dest nakevin

11:47 - 1 Îlon 2021

Dermanên giştî di bajarê Urmiyê de dest nakevin û xelk bo kirina dermanên hewce serdana hemû dermanxaneyên wî bajarî dikin lê derman dest nakevin.

Tevî ku Zanîngeha Zanistî a Pizîşkî li bajarê Urmiyê soz dabû ku pirsgirêka kêmbûna dermanan çareser bike lê heta niha soza xwe bi cih negihandiye û xelk tevî pirsgirêkên Koronayê neçar mane serdana hemû dermanxaneyan bikin, lê derman bi giştî dest nakevin.

Welatiyên bajarê Urmiyê ji wê rewşê gazinde ne û gotine ku dermanên şekerê, dermanên taybet bi koronayê, dermanên taybet bi gurçikan, dermanên pestana xwînê û bêhnçikiyê, sêrom û heta beşek dermanên asayî jî dest nakevin.

Cihgirê Xwarin û Derman ê Zanîngeha Zanistî ya Pizîşkiya Parêzgeha Urmiyê, “Xefarzade” di vê derheqê de gotiye: “Kêmbûna beşek ji dermanan vedigere ser nebûna madên bingehîn ên berhemanîna wan dermanan li parêzgehê”.

Bi sedema guhnedana rejîma Îranê bi pirsgirêkên xelkê bi taybet nekirîna derman û veksenan, can û tendirustiya xelkê xistiye metirsiyê.