Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dermanê “Kivarka Reş” di bajarên Îranê de peyda nabe

17:36 - 22 Îlon 2021

“Amphotericin B” dermanê nesaxiya “Kivarka Reş” di bajarên Îranê de peyda nabe û niha di bajarên azad de jî nirxa wê bi dehan qat bilind bûye û xelkê şiyana kirîna wê nîne.

Nexweşiya “Kivarka Reş” ku navê zanistiya wê “Mucormycosis” e di Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de zêde bûye û bûye gefek bo ser jiyana xelkê lê di wê halê de ku roj bi roj ew nesaxî zêde dibe nirxa dermanê wê jî yê bi navê “Amphotericin B” roj bi roj bilindtir dibe û di dermanxanan de jî peyda nabe û niha di bazara azad de nirxa wê gihîştie bi 40 milyon Tumenî û xelkê şiyana kirîna wî dermanî tinîne û vê yekê canê tûşbûyan xistiye metirsiyê û regehiya belav bûna wê jî zêdetir dike.

naxweşiya “Kivarka Reş” bi sedema zêde bikaranîna dermanê “Korton”ê ye ku bo tûşbûyên Koronayê di Îranê de tê bikaranîn ku dibe sedema wê yekê sîstema berevaniya laşê mirovan bêhêztir bibe û bi wê sedemê Kivarka reş dikare di laşê mirovan de belav bibe.