Destnekevtina dermanê Hêmofîlî li bajarê “Îranşehr” ê girêdayî parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê bûye gefek micid li ser canê hevwelatiyan.
Kempêna çalakvanên Belûç ragihandiye ku dermanê nexweşiya Hêmofîlî li zanîngeha zanistên pizîşkî ya Îranşehrê de dest nakeve û destnekevtina dermanê nexweşiya Hêmofîlî li wî bajarî bûye gefek micid li ser canê nexweşan.
Herwis çavkaniyek agehdar belav kiriye ku destnekevtina dermanê nexweşiya Hêmofîlî bûye sedema xwînrêjiya hundirî ya nexweşan û nûciwanek 13 sal yê bi navê “Emîrmihemed Zerdkûhî” li bajarê Îranşehêrê tûşî xwînrêjiya gurçiukan bûye û rewşa tendirustiya wî gelek xirab e.
Nebûna pizîşkên bispor, nebûna derzî û dermanên hewce û bi taybet dermanên nexweşiyên taybet, gefek micid li ser canê hevwelatiyan li parêzgeha Sîstan û Belûşistanê ye.
Di heyama wan salên dawiyê de xelkê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê çendîn xwenîşandan û kombûnên nerizayetî li ser nebûna pizîşkên bispor, derman û nebûana nexweşxaneyan lidar xistine, lê rejîma Îranê heta niha ti pêngavek bo çarerserkirina wê pirsgirêkê hil negirtiye û ti girîngiyekê bi canê xelkê nade.