Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dermanên derekî ên şîmîdermaniyê nahêne bîmekirin

18:45 - 3 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Wezareta Tendirustiyê a rejîma Îranê, dermanên derkeî ên taybet bi şîmîdermaniyê di lîsta bîme de reş kiriye.

Wezareta Tendirustiyê reşkirina navê dermanên taybet bi şîmîdermaniyê ji lîsta dermanan de bi kiryarek ji bo piştevanîkirin ji berhemanîna navxweyî nav biriye.

Ev wezareta rejîma Îranê li Cozerdana îsal de piştî daketina yekcarî a nirxa erz, ragehandibû: Anîna dermanan bi nirxa erz a 4200 Tûmenî tê dabînkirin û cihê nîgeraniyê ninê, û derheq bi vêdebirina wan dermanane ji lîsta dermanên xwedîbîme “Resûl Xizirî” endamê Komisyona Civakî a meclisa rejîmê nîgeraniya xwe ji vê kiryarê nîşan da, û got:

“Ev rewşa tendirustî û nexweş ên tûşbûyî bi şêrpence û herwisa ew kesên ku çareseriya şîmîdermanî bo wan tê kirin, di gel metirsiya micid berbirû dibin.

Eva di halekê de ye ku dabînkirina dermanên derekî ên şîmîdermanî di mehên derbazbûyî de zehmet bûye, û bi sedema kêmbûna hinek ji dermanan li dermanxaneyan de, nirxa wan jî zêde bûye.

Giranbûna nirxa dermanan û dabînnekirin ji aliyê bîmeya dermanî ve, bûye sedema zêdebûna firotina van dermanane li bazara reş de, ku ji bilî giranbûna nirxa wan, hinek cara bi sedema saxtebûnê ve canê nexweşan dixe metirsiyê de.