
Parêzgarê Kirmaşanê daye zanîn, ku nêzî 9 hezar dersxwan di wê parêzgehê de hewcehî bi tablêtan bona dersxwendinê hene ku nekarine heta niha wan dabîn bikin û ji dersxwendinê pare mane.
Roja Şarşemî, 14ê Çirriya Pêşîn, parêzgarê Kirmaşanê, “Hûşeng Bazwend” ragihandiye: “Niha 9 hezar dersxwan di wê parêzgehê de tablêt tunînin ku bûye sedem ji dersxwandinê pare bimînin û ji sîstema perwerde ya bi awayê “Online” bêpar bibin, lewma bona çareserkirina wê pirsgirêkê hewceye bi hevhizrî digel nûnerên parêzgehê di meclîsê de, bona balkêşandina xêrxwazan bo kirîna wan tablêtan kar bikin”.
Pêka yasaya bineretî an ku “Qanûna Esasî” ya rejîma Îranê, dabînkirina tev emraz û hewcehiyên dersxwanan di xwendingehan de stuyê dewletê ye û dewlet erkdar e ku wan emrazan û hewcehiyan dabîn bike.
Rejîma Îranê hêvîdar e ku kesên xêrxwaz emrazên hewce û herwisa avedankirina xwendingehan jî ji aliyê xêrxwazan ve bêne kirinê ku heta niha her wisa bûye û piraniya xwendingehan ji aliyê xêrxawzan ve hatine avedankirin.
Rejîm Îranê tevî birsîhêlana xelkê Îranê erkên xwe yên pêsipartî yên yasayan jî cî bi cî nake.