Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dersxwan li Rojhelatê Kurdistanê û Îranê rastî kêmbûna pertûkan hatine

16:48 - 1 Çirriya paşîn 2021

Zêdetir ji mehekê ye ku bi ser destpêka sala nû ya xwandinê derbas bide  lê hêj beşeke zêde ji dersxwanan pertûkên xwe yên waneyan wernegirtine.

Ew pirsgirêka bi tenê di gundan û deverên piştguhxistî û dûrdest de nîne belkî dibistanên bajarên mezin jî ku zêdetir ji 300 dersxwanan hene neçarin ku pertûkên bikarhatî û kevin bikirin.

Herwisa beşeke din ji dersxwanan neçar in ku digel hevpolên xwe hevpar jî pirtûkan mifahê verbigrin an pertûkan bi emanet ji wan verbigrin .

Tevî vê yekê ku dersxwanan pertûk tinînin, mamostayên wan jî pertûk tinînin û neçar in ku waneyên dersî pirînt bikin û bi wî awayî waneyan bibêjin.

Berê dersxwanan di pertûkxaneyan de navê xwe tomar dikirin û di dema diyarîkirî de pertûkên wan digehişte dest wan lê niha heyamek e ku dersxwan divê di sîstema “Sîda” de navê xwe tomar bikin heta ku bikarin pertûkên xwe verbigirin lê ew sîstem jî bersivder nîne.

Berpirsên rejîma Îranê bi berdewamî bas ji nebûna kaxezan û bilindbûna nixa wê dikin, lê hevdem çendîn miliyon dolar bi kaxeza cigarê didin.

Krîza kêmbûna kexezan bûye sedema çapnekirina pertûkên wanegotinê û dersxwan rastî pirsgirêkan hatine.