Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dersxwanan di Sîstan û Belûcistanê de dibistan tunînin

15:45 - 14 Çirriya pêşîn 2020

Di gundê “ Gewatamek” a ser bi parêzgeha Sîstan û Belûcistanê ku 170 dersxwan hene, tenê yek kanêks wekî dibistan heye, ku ev jî nivîya dersxwanan di derveyê kanêksê de dersê dixwînin.

Li gorî girte vîdyoyekê ku di torên civakî de belav bûye, di Dibistana “Aşûra” a gundê “Gewatamek” de belav bûye, 170 dersxwanên wî gundî li hemû xizmetguzariyan bê par in ku ne tenê kursî û mase tunînin, belkî ti rayixek wisa jî tunînin ku ser rûnên.

Wî gundî tenê yek kanêksa biçûk heye ku desrxwan dikarin di navde rûnên û mamosteyê wî dibistanl gotiye, ez nizanim di werzê germê û sirê de çawa waneyan bêjim û dersxwan di nav wî kanêksê de cihê nabin.

Mamosteyê wî gundî herwisa gotiye ku, di niha de ku keş û hewa germe dersxwan dikarin li derê rûnên, lê hekî werzê zivstanê bê nizanim çawa dikarin di wê sirê de rûnên.