
Kurdistanmedia: Dersxwanek di bajarê Dêhloran a parêzgeha Îlamê de, ji aliyê mamostayê xwe ve hate birîndarkirin.
Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Sêşemî 19`ê Sermawezê, mamostayek di xwendingeha Dêhloranê de bi lêdana kursiyekî bi serê dersxwanekê bû sedema biriya wî dersxwanî bişkê û her bi wê sedemê bo nexweşxaneyê veguhastin.
Piştî wê bûyerê, bavê wî dersxwanê xelkê Dêhloranê, bi hegera bandora wê bûyerê rastî pirsgirêka mejî hatiye û bo nexweşnana bajarê Îlamê hatiye veguhastin.
Tundûtîjî di xwendingehên Îranê de hertim heye û bi taybetî di bajar û gundên Kurdistanê de ku hinek ji mamostayan, kiryar û reftarên nebaş hebûne.
Di Îranê de bûyerên bi wî awayî di dibistanan de gelek caran qewimîne, lê ti kes û aliyeke pêwendîdar xwe berpirsê wan reftarên xirab nizanin.