Duyemîn dersxwanê “Dizfol”ê ku di dibistna kanêksî a bi sedema birûskan hatibû şewitndin, canê xwe ji dest da.
“Elî Ebdullahî Şahabadî” bexşdarê Serdeşt Dêzfolê ragihand: “Emîn Elyasî” dersxwanê temen 15 salî ku di dibistana kanêksî ya gundê “Kengiristan”ê de ku bi sedema birûskê agir girtibû û ew dibistan şewitî bû, evara roja Çarşemiyê canê xwe ji dest da.
Di wê bûyerê de ku roja Sêşemî 30ê Befranbarê qewimî bû 3 mamosta û 3 dersxwan şewitîbûn, lê serperestê berê yê fermandarê Dêzfolê “Umîd Bênebas” gotibû, ku di wê bûyerê de ti dersxwanek neşewitiye û tenê 3 mamoste hatine şewtîn, lê “Peyman Necatî” Serokê Nexwşxaneya Talqaniya Ehwazê gotibû 3 dersxwan hatine şewitandin.
Berrpirsên Perwerde û Hînkarî destpêkê ew bûyera bi lêdana birûskê dabûne zanîn, lê bexşdarê Serdeşt Dêzfol teid kiribû ku, “pêka karnasan, sedema wê agirpêketina dibistanê, birûsklêdan nebûye”.
Rewşa dibistanan di Îranê û bi taybet di deverên piştguhxistî de nebaş e û heya niha jî di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de 4 hezar dibistanên kanêksî hene û rejîmê jî çi hewlekê bona avakirina wan dibistanan nade.