
Kurdistanmedia: Yek ji dersxwanên emegdar ên Pêşewa Qazî Mihemed li bajarê Mehabadê xatirê xwe ji jiyanê xwast
Li gora nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê Hacî Mamosta Mela “Reşîd Qerenînijad” mamostayê pêşîn ê bajarê Mehabadê koça adwiyê kir.
Hacî Mamosta li gundê “Qeregul” ji dayîk bûye, û piştre wekî kesayetiyekî welatparêz û dersxwanê Pêşewa roleke berçav li avakirina Komara Kurdistanê de hebûye.
Navbirî kesayetiyekî welatparêz û şoreşger di navçeyê de bûye, û heya dawî demên jiyana xwe jî emegdar bi rê û şopa Pêşewayê Mamosta maye.
Termê Hacî Mamosta di nava girseya xelkê navçeyê de bi axê hate spartin.
PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên vî kesayetiyê şoreşger, û xwe hevparê xema wan dizane.