Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dersxwanên bajarê Serdeştê heya niha jî di kaniksan de dersê dixwînin

12:56 - 16 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Berpirsê îdareya Perwerde û Hînkirina bajarê serdeştê got:heya niha jî dersxwanên wî baajrî di kanêksan de dersê dixwînin.

Li gorî nûçeyên navxweyî ku belavbûne, roja Yekşemî 26`ê Cozerdana 1398`an, Seyîd Necmedîn Semî`î di festîvaleke xêrxwazên xwendingehan de got: Di bajarê Serdeştê de 6 xwendingehên herifî hene û ku êdî hêdî hêdî ji nav diçin û herwisa 14 xwendingehêndin jî bi sedema erdhejê binketine û şeq li dîwaran ketine û herwisa gellek xwendingehên din jî kanêksî ne.

Herwisa navbirî got: Di bajarê sededeştê de yek ji pêdiviyên me avakirina xwendingehane û em li deverên wekî “sê rêya Meraxan, sê rêya Bivran, Şîv Îbrahîm û ...hwd”, rastî kêmbûna xwendingehan û cihên akademî hatine, û herwisa li bajarokên wekî, “Mîrava, Rebet û Nelas jî, rastî kêmbûna kilasên dersê hatine.

Navbirî di berdewamiya axavtinên xwe de got: Di sala derbazbûyî de, bi qasî 50 milyon Tûmenî bodce bo sererastkirina xwedingehên bajarê Serdeştê hatibû xerckirin, lê, nêzîkî 40 milyon Tumenî ev pereya ji aliyê xelkên xêrxwaz ve hatibû komkirin.

Berpirsên payebilind ên rejîma Îranê ku, îdi`a dikin, welat warê avakirin û çêkirina xwendingeh û cihên akademî de, di asteke gellek baş de ye, lê, berevajiyî vê yekê, ew berpirsane tenê fikra tijîkirinaberîka xwe bi serweta welat in û tu hewlekê bo pêşvebirina welat nadin.