Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dersxwanên çend gundên derdora bajarê Urmiyê di kanêksan de dersê dixwîn in

10:28 - 2 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Di devera Soma û biradustê ya ser bi bajarê Urmiyê de, nêzî 30 dibistanên kanêksî hene, û berpirs û karbidestên rejîmê jî her carê terhekê didin heya carek din.

Di devera Soma û biradustê ya girêdayê bajarê Urmiyê de, nêzî 30 dibistanê kanêksî hene, û dersxwan di wan kanêksên sar de dersa xwe didomîn in.

Her di wê deverê de, dibistana gundê Memekanê ku nêzî 250 dersxwan tête mijûlê dersxwandinê ne, heya niha jî kanêksî ye, û berpirsên rejîmê jî her roj tên û bo terheke nû kulingekê lêdidin û heya carek din.

Nêzî çar sale berpirsên rejîmê têne wî gundî û merasimeke mezin digrin û kulingekî li erdê didin û heya carek din.

Berpirsên rejîm di 20`ê Pûşpera îsal de jî, disan her wekî hertimî merasimeke mezin di gundê Memekanê de girtibûn, û soz dabûn di Rezbera Îsal de dibistanekê ava bikin, lê heya niha 6 meh jî li ser sozên wan ra derbas dibe, û ew terhên han her ji ser kaxezan mane.

Devera Somaubiradust ku nêzî sînorê Tirkiyê ye, demsala sir û seqamê zû tê, û dibistanên kanêksî di wî demsalê de wekî bûzê lê tên.

Bi wî awayî zarokên wî deverê rastî pirsgirêkan hatine, gelek caran bi sedema sirê nexweş dikevin, gelek caran jî dest ji xwendinê ber didin, û rejîm jî tu fikrekî bi halê wan re nake û tenê di fikra kiriyarên terorîstî li derveyê welate.