
Di hin gundên derdora Mehabadê de, dersxwan bi awayekî metirsîder dersê dixwînin û li gelek rêyên metirsîdar derbas dibin heya ku digihîjne dibistanê.
Li gundê “Hacîava” bo gundê “Lec”, bi sedema nebûna pira hatoçû, derxwan neçarin bi awayekî metirsîdar bi beleman di navbera rûbarê “Hacîava bo Lec” de derbas bibin.
Eve jî pirsgirêkeke mezin bo derxwanên wê gundê afirandiye, û xelkê wê gundê heya niha çendîn caran bi vê sedemê nerizayetiyên xwe nîşan dane.
Rejîma Îranê, bi cihê ku arîşeyên destpêkî yên wan deveran û gelek cihên din çareser bike, di hizra avedankirina Sûriyê de ye, û Wezîrê Perwerde û Hînkarî yê rejîma Îranê heyamek beriya niha dabû zanîn ku, dê Îran piştevaniya malî di warê ji nû ve avakirina dibistanan di Sûriyê de bike.