
Kurdistanmedia: Di xwendinehên Îranê de, mamosta li dersxwenan dixînin, û keb û kîna rojane ya xwe bi ser dersxwenan de, vala dikin.
Li gorî amarên bilind yên derheq tund û tîjiya mamostayan, li hemberî dersxwenan ku di heyama sala derbazbûyî de qewmîne, di xwendingehên Îranê de, gellek mamostayên kebûyî û bê lêborîn hene ku, di dema ders gotinê de li dersxwenan dixînin.
Pêka gotina şahîdhalan hin mamosta dersxwenan bi axavtinên nerêde yên wekî, hûn nabine çi, û di pêşerojê de hûn serkevtî nabin û hûn hînî tu tiştî nabin wan azar didin.
“Mirtah Xadem karnasê warê Derûnî”, di vê derheqê de wiha dibêje, herçend ku Perwerde û Hînkirin, pêkhateya derûnî ya nifşa pêşerojê çê dike, lê di dewrên hilbijartin û wergirtina mamostayan de, xalên derûnnasiya mamostayan berçav nagire.
Wî karnasê warê derûnî daye zelelkirin ku, çerbadina “MMPI” cerbandinek derûnî ya mamostayan e, çimku mamosta wezîfeya perwerde û hînkirina nifşa pêşerojê bi stûyê van e, û derbazkirina vê cerbandinê bo wergirtina mamostayên xwendingehan gellek muhime.
Navbirî derheq xemsariyên îdareyên perwerde û Hînkirinê de gotiye ku, herçend ku ev îdareya pêkhateya derûnî ya nifşa pêşerojê bi stûye lê, heya niha bo cerbandina mamostayan tu karek encam nedaye.
Wî karnasî warê derûnî daye zelalkirin ku, hebûna mamostayên kebûyî û tundûtîj, ku hemû nerhetiya xwe bi ser dersxwenan de vala dikin, wisa dizanîn ku, desrxwen, kirsdanka valakirina keb û kîna wan in.
Di tewahiya îdareyên Perwerde û Hînkirinê yên cîhanê de, mamosta dibe bersiva pirsên “MMPI” yên di warê ceribandina derûnî a mamostatyê bidin, û piştre hekî şiyan bi zelalî û bê tu pirsgirêkek vê çerbandinê derbaz bikin, û karnasên warê derûnî jî, saxlembûna wan erê kirin, wê demî ev dikarin di vê îdareyê de, bên wergirtin.