
Kurdistanmedia:Pişekek ji bajarê Şadigan a girêdayî parêzgeha Xûzistanê, xwendingeh tunînin û dersxwan di nav qebran de, desrê dixwînin.
Roja Şemiyê 21`ê Rezberê (14`ê Çiriya Pêşîn) kurte vîdyoyek li ser medyayên navxweyî yên Îranê belav bûye ku, komek dersxwanên bajarê Şadigana girêdayî parêzgeha Xûzistanê bi sedema nebûna xwendingehê, ev di nav odeya ku di nav qebran de hatiye avakirin mijûlî dersxwendinê ne.
Li gorî esla yasaya bingehîn ya Îranê, “Dewlet erkdar e ku hemû îmkanatên pewerde û hînkirinê yên bê beramber bo hemû kesî di Îranê de, heya asta paşnavendî bo dersxwanan dabîn bike, û alavên dersxwandinê heya asta serbixweyiya welat bi bê beramber amade bike.
Medyayên navxweyî yên rejîmê, bajarê Şadiganê wekî gundekî di raportên xwe de dane naskirin, lê Şadigan bajar e û girêdayî parêzgeha Xûzistanê ye.
Di heyama sala borî de tex û qatên cuda yên bajarê Şadiganê, li hemberî xemsariyên berpirsên rejîmê nerazîbûna xwe nîşan dabûn, ji bo mînak kedkarên şaredariya bajarê Şadiganê di 15`ê Rezberê de bi sedema wernergirtina heqdestê çendîn mehan, avahiya wî bajarî daxistin.
Bêaviya bajarê Şadiganê jî, wekî parên din yên parêzgeha xûzistanê, ev rastî arîşeyên micid yên jiyanê kirine, û li gorî gotina Mecîd Nasirînijad, nûnerê bajarê Şadiganê yê di meclisa rejîmê de, di 31`ê Cozerdanê de ragehandibû ku,pirsgirêka qutbûna avê xincî di bajarê Şadiganê de, zêdeyî 30 gundên din yên derdora wî bajarî jî li xwe girtiye, û ev pirsgirêkeke mezin û micid e.