Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deshilatdarên rejîma Îranê rêyekê digerin ku di gel Erebistanê pêk bên

11:34 - 14 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Deshilatdarên rejîma Îranê hemi Deriyekê dikutin bo ewê ku bikarin di gel Erebistanê pêk bên.

Rejîma Îranê  cehdê dike ku bikare kêşên di navbera xwe û Erebistanê çareser bike.

Elî Xamineyî rêberê rêjîmê li rûniştina di gel Omran xan serokwezîrê Pakistanê de got: me çi meyl û niyetek bona dijminatiya tewî hinek welatan û yêk ji wan Eerebistanê çinîne.

Omran Xan ku tête gotin bona naybençîtiya Îran û Erebistanê serdana Tehranê kiriye, li gel deshilatdarên rejîmê û ji wan Elî Xamineyî rûnişt.

Elî Xamineyî pêkhatin û danûstandin û çareseriya kêşên di gel Erebistanê, girêdayî yê çare serî û dawî pê hatina şerê Yemenê zanî.

Rejîma Îranê ku hertim dujminayetiya Erebistanê kiriye, niha bona danûstandina di gel Erebistanê amadeyî ya xwe daye kivşê.

Ebas Mûsewî berdevkê Wizareta derweye rejîmê got: rejîm gelek hez dike li gel Erebistanê danûstandinê bike.

Deshilatdarên rejîmê li demekê de basa gotûbêja tevî Erebistanê dikin ku, Sipaha Pastaran berdewam basea hindê dikin ku wan Erebistan xistiye qedeman û ji herifînê nêzîk kirine.