Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deshilatdarên rejîmê berbûne canê hevdu

13:19 - 18 Tebax 2019

Kurdistanmedia: Deshilatdarên rejîmê û destnîşankiriyên Xamineyî, di asta herî bilind de dizî û gendelikirina hevdu eşkere dikin.

Deshilatdarên rejîmê dizî û gendelîkirina hevdu eşkere dikin, ew şere ew qas eşkere bûye ku, êdî demûdezgehên ragihandinê ên rejîmê jî bas ji vê yekê dikin û nikarin veşêrin.

Sadiq Amoliyê Larîcanî, ku bi destûra Elî Xamineyî bo heyamê 10 salan serokê dezgeha Dadweriya rejîmê bû, û niha jî serokê Civata berhevdana berjewendiya rejîmê ye, û ew di heyama çend rojên derbasbû yî de rastî gefên pareke din ji deshilatdarên rejîmê hatiye.

Mihemed Yezdî endamê Şêvreya nobedar, li ser Sadiq Larîcanî axivî û gotiye: Hekî we dizî nekiriye û dest bi ser heyîya welat de negirtiye, we ew hemû serwet kîderê aniye.

Sadiq Larîcanî wekî berpirsekî ku mafê mirov binpêkiriye di Îranê de tê nas kirin, navê wî di nava rêzbendên dorpêçên Amerîkayê de ye, di Îranê de bi dizî û gendelîkirinê tête tawanbarkirin.

Givaşên bo ser malbata Larîcanî hinde zêde bûne ku Sadiq Larîcanî gef xwariye ku dê Îranê bi cih bihêlin û biçine bajrê Necef a welatê Îraqê.

Gendelî, dizî û dest bi ser de girtina serweta xelkê Îranê ji aliyê perpirsên Rejîmê ve roj bi roj zêd dibe û her roj berpirseke gendelkar eşkire dibe.