
Kurdistanmedia: Deshilatdarên Rejîma Îranê Komkujiya girtiyên siyasî di sala 1367`an de dixine stuyê hevdu.
Komkujiya girtiyên di sala 1367`an de, ku encamderên wê cinayeta mezin hemû bal xelkê Îranê hatine naskirin û rejîma mirov kuj a Îranê suçdare û ew tawana mezin encam daye, niha perpirsên rejîmê her kîjan cehdê dike ku xwe bê sûç bide naskirin û sûçê wê cinayetê bixine stuyê yekî din û xwe jê pak bike.
Seyîd Hesen Pûrmîr Xefarî, naskirî bi Musewiyê Tebrîzî, ku li serdemê komkujiya girtiyên di dehika 60`ê de, Dadistanê giştî yê binav şoreşê bû, û piraniya hikmên sêdarê û kuştina girtiyên siyasî wî dane, niha di devedevê sernixuniya rejîmê de, dibêje komkujiya girtiyê siyasî di sala 1367`an de karekî şaş bû.
Ew cinayetkarê naskirî niha dixwazê xwe bê sûç bide qiraxê û dibêje, sebebkarê sereke ya komkujiye Mihened Rêyşehrî û Mistefa pûrmihemedî bûne.
Hewcehî bîr anînê ye ku, di havîna sala 1367`an de, hezaran girtiyên siyasî bi kom û gelek ji wan bê dadgehî kirinê ji aliyê celadên rejîma îslamî ve hatine îdamkirin.