
Di demekê de ku bi sedema Vîrûsa Koronayê di Îranê de rojane sedan kes dibne qurbanî, îro Şemiyê rejîmê zenga webûna deryên qutabxanan kuta û destpêka sala nû a xwendinê ragihand.
Gorî biryara rejîmê îro 5ê meha Îlona 2020 deryên qutabxanan hatne wekirin, da ku qutabî biçne ser polên xwandinê.
Di demekê de ku rejîm biryarekî wiha dide, hevdem radigihîne ku berpirsayetiya tendirustiya Zarokan ustê rejîmê nîne û dayîk û bab hebxwe berpirsê silametiya Zarokên xwe ne.
Hesen Ruhaniyê serkomarê rejîmê di demekê de wê biryarê di pişt deryên dayêxistî û bi çavê Kamêrayan xelkê agehdar dike û daxwaz dike ku Zenga Qutabxan bikutin, hebxwe li ber xwe parastinê amade nîne gorî adetê hertimî di yêk ji qutabxanan de amade be û Zenga qutabxanê bikute.
Qutabxane di Îranê de di demekê de divebin ku rejîm xwe berpirsya nizane û amade nine hewcehiyên xwe parastina di henber koronayê bo Zarokan dabîn bike û rênimayî yên xwe parastinê bide wan.
Destpêka sala nû a xwandinê bûye cihê nîgeraniya hemî xelkê Îranê û civata nerizayetiya xwe da xuya kirin û ragihand ku ewa Dewlete ku dixwaze bi zorê deryên qutabxanan weket.