Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destbiserkirina ajotvanên girevgirtî yên di Îranê de berdewam e

11:53 - 27 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Gireva seranserî a ajotvanan di bajarên cuda yên Îranê de ji ber nîşanda nerazîbûna xwe li hemberî giranbûna nirxa alavên tirombîlan û kêmbûna heqdestê wan berdewam dike.

Li gorî raportên belavbûyî, roja Çarşemî, gireva seranserî a ajotvanên tirombîlên barhilgir gav avête roja pêncem, û her di vê derheqê de jî rejîmê bo ji hevûdin belavkirina wan, hin kes tûj kirine (han dane) da ku van nerazîbûnan bi navê hin kesên “têkder” aloz bikin, û rejîm ji vê derfetê mifahê weridigire, û wan bi hincetên cuda destbiser dike, û bo girtgîgehan vediguhêze.

Ev  kesên ku rejîmê ji bo  têkdan û alozkirina wê girevê bi kirê girtine û tûj kirine, ev bi şikandina cam (şûşe)yên tirombîlan û êrîşbirina bo ser hin îdareyên veguhastina tiştan, gotina axavtinên kirêt ji ajotvanên din re, dixwazin wan tûşî şer û girtinê bikin.

Gireva ajotvanên tirombîlên barhilgir, ji ber pirsgirêkên  bîme, giranbûna nirxa  alavên tirombîlan, giranbûna nirxa yax(rûn)ê tirombîlan û giranbûna nirxa tekeran, hatine lidarxistin, û berpirsên rejîmê jî di cihê vê de ku, pirsgirêkên ajotvanan çareser bikin, bi navtêdana (handana) hin kirêgirtiyên xwe û dirustkirina aloziyan di nav komên girevgirtyian de, dixwaze wan bêdeng bike.

Ji aliyekî din ve, ev girevgirtina ajotvanan bûye sedem ku, piraniya binkeyên benzînxaneyan vala bimînin, û ev nikarin benzînê bo xelkê dabîn bikin.

Yekem dewra girevgirtina ajotvanên tirombîlên barhilgir, di Gulana îsal de des pê kir, û dewra nû a vê girevê jî, ji roja 31`ê Xermananê ve dest pê kiriye, û heya niha jî berdewam dike, û nûçeya girevgirtina ajotvanên tirombîlên barhilgir jî, di piraniya medyayên navxweyî û yên girêdayî rejîmê de tên sansorkirin, û tenê di torên civakî de tên piştevanîkirin.