
Kurdistanmedia: Bi sebeba êrîşa roja 31`ê Xermananê ya bo ser rêjeya hêzên Spaha Pasdaran ya li bajarê Ehwazê, rejîmê dest daye destbiserkirina berfireh ya hevwelatiyên wî bajarî.
Li gorî raportên belavbûyî ku saziya mafê mirovan ya Îranê veşandiye, roja Çarşemî 2`ê Xezelwerê 24`ê Çiriya Pêşîn, rejîma Îranê aliyê kêm 133 kes derheq êrîşa 31`ê Xermananê ya bo ser rêjeya Spaha Pasdaran ya bajarê Xûzistanê, ku hate encamdan, destbiser kirine.
Hêjayê basê ye ku rejîma Îslamî piştî bidawîhatina wê êrîşê, ragehand ku êrîşker bi tewahî hatine kuştin lê, niha bi awayekî berdewam hevwelatiyan destibser dike, bi hinceta desthebûna di vê êrîşê de.
Parêzgarê Xûzistanê îdi`a dike ku di nav kesên ku hatine destibserkirin de, tenê jinek heye, lê çalakvanên medenî yên vê deverê hejmara jinên hatinî destbiserkirin zêde dane xuyakirin.
Di heyama hefteya borî de, Navenda Berevankar ya Mafê Mirovan, bi serokatiya “Şîrîn Êbadî” bi weşandina daxuyaniyekê derheq destibiserkirina berfireh a hevwelatiyên Ehwazê,derheq êrîşa bo ser rêjeya hêzên Spaha Pasdaran ya li bajarê Ehwazê, nîgeraniya xwe nîşan da, û ev yek şermezarkir.