Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destbiserkirina Kurdan ji aliyê rejîmê ve berfirehtir dibe

13:22 - 7 Gulan 2020

Gorî zaniyariyê giheştinî navenda nûçegihaniya Tishk Tv, hêzên Îtla`atiye rejîmê pêleke berfirehe girtina lawên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê destpêkiriye, Wizareta Îtla`ata rejîmê di vê derheqê de ragihandiye ku di rojên 5 û 6 ê meha Gulanê, 16 kes di herdûk parêzgehên Urmiyê û Sinê destbiser kirine.

Wizareta Îtla`ata rejîmê ev 16 kesane bi sûçê hevkarî di gel yêk ji hizbên Kurde dijberî rejîmê destbiser kirine.

Rojên 5 û 6 ê Gulanê, hêzên wizareta Îtla`ata rejîmê, çendîn kes di Bajarê Pîranşehrê, destbiser kirin, ku navê parek ji wan evin,

Ehed Mehmûd hesen, Ebûbekir Mehmûd Hesen kurê Ce`ifer, Elî Qadirî kurê Resûl, Mihemed Qadirî kurê ezîz, Hisamedîn Pîranî kurê Zahir, Emîr Qadirî kurê Xidir, Selam Xirîaxelan.

Herwisa rojên 5 û 6 ê Gulana 2020 an de jî 7 hevwelatiyê Kurd li bajarê Banê ji aliyê hêzên Îtla`atiye rejîmê ve hatine destbiserkirin ku navê wan evin: Hadî Ehmedpûr kurê Mehmûd, Idrîs Kerîmzade, Xelîl Kerîmî kurê Salih, Kerîm Kerîmî kurê Salih, Barizan Kerîmî kurê Salih, Ferhad Ehmedîpûr kurê Ebdulla, Bîstûn Ehmedîpûr kurê Ebdulla.

Ev reşgirtina bi kome hevwelatiyê Kurd li rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê rejîmê ve, bi bê belgên yasayî ye û hêzên tepeserkare rejîmê amade ninin ku sedemên girtina bi kome wan rojan li Kurdistanê bêjne malbatên girtiyan.