
Kurdistanmedia: Yek ji kesên nêzîkî pêşnimêjê berê yê bajarê Şîrazê, di xwendingeha kuran ya bajarê Tehranê de, destdirêjiya cinsî kiriye ser dersxwanan.
Li gora rapora belavbûyî ya di malpera “Xeber online” de, yek ji mamostayên avahiya perwerdehiyê ya nehikumî (Xêyrè Întifa`î) a di devera 2 a Tehranê de, bi nîşandana wêne û kurte vîdyoyên xirab ji riya telefona xwe ve, ji bo dersxwanên vê xwendingehê , ev neçar kirine da ku destdirêjiya cinsî bike ser wan.
Di encama vê kiryara nemirovî de, destdirêjî li ser 17 dersxwenên vê xwendingehê de hatiye kirin ku li gora gotina dê û bavê wan dersxwanan, ev dersxwanane tûşî nesaxiyên derûnî bûne, û niha li jêr çavdêriya pîzişkî de ne.
Dê û bavê wan dersxwanan li hemberî vê kiryara nemirovî a vî mamostayî de doz vekirine, û daxwaza girantirîn cezayê ji bo wî kirine.
Li gora gotinan, ev mamostaya neviyê “Mihyedîn Hairiyê Şîrazî” pêşnimêjê berê yê rejîma Îslamî a Îranê yê bajarê Şîrazê ye, her ev yeka jî bûye cihê nigeraniya malbatên wan dersxwanan, ku bi sebeba vê ku ev kurê yek jî berpirsên rejîmê ye, dibe ku nehêle îdalet derheqê vê dosiyeyê de bi rê ve here, û heriwsa di heyamên berê de jî di mijara destdirêjiya “Se`îd Tosî” yê ku dersa Qur`anê digot, destdirêjî kiribû ser ciwanan, û di encamê de jî, ji ber nêzîkbûna wî bi rêberê rejîmê ve, ev bê tawan hate naskirin.
Destdirêjiya li ser dersxwan û zarokan ji aliyê malbat û berpirsên rejîmê di Îranê de, ev çend sal e ku dom heye, her di vê derheqê de jî em dikarin îşare bi kurte vîdyoyên ku di torên civakî de belav bûne bikin, ku piraniya Axûndên ku di zanîngehan de dersên olî dibêjin, bi dana sozên dana nomreyên zêde ji xwendekarên keç re, wan neçar dikin da ku destdirêjiya cinsî bikin ser wan, û tenê di hindek mijarên taybet de ev kiryarên nemirovî nayên eşkerekirin.