Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destdirêjiya sêkisî li dijî desrxwenan li xwendgehên Îranê berdewam e

17:54 - 20 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Di xwendingehên rejîma Îslamî a Îranêde, dersxwen bi cihê perwerdekirin û hînkirin bi zanistê, destdirêjiya sêksî li dijî van tê kirin.

Malpera “Esr a Îranê” di raporeke xwe de belav kiriye ku, birêveberiya giştî ya Perwerde û Hînkirina parêzgeha Gulistanê bas ji vê kiriye ku, mamostayekî xwendgehê bi sebeba destdirêjiya sêkisî li dijî dersxwedinekê ev radestî navenda dadweriyê kirine.

Malbata vê dersxwenê li dadgehê lik dijî vî mamosteyê doz vekirine, ku wî mamostay destdirêjiya sêkisî lidjî keçaka van kiriye.

Ev mamostaya wiha dibêje ku, min tenê ev keçik himbêzkiriye û tu kiryareke din li dijî wê encam nedaye, lê, wê dersxwenê gotiye ku, wî mamostayî bi merema sêkisê ev azar daye.

Piştî dozvekirina malbata vê keçika dersxwen, ev mamosta li ser karê wî vêdebirineû desteser kirine.

 Eva cara yekê nine ku, dosyeyên bi vî rengî li Îranê, di bin desthilata rejîma Îslamî a Îranê eşkere dibin, û piştre dipeçêrin, li piroseya êrîşkirina li ser zannîgeh û dosyeyên Kehrîzekê jî kesên wekî, Ferhad Nezerî û Se`îd Murtezevî bi tawan nasandin û qurbanî jî wekî tawanbar.

Di Cozerddana sala derbazbûyî de, malpera “Xeber Anlaîn” a girêdaiy rejîma Îslamî ya Îranê ku belav kiribû, yek ji mamostayê xwendingehên kolana 2 ya bajarê Tehranê, bi belavkirina kurte vîdyoyeke bê exlaqiyê li rêya amûra telefonê, nîşan dide ku, dersxwenên vê xwendigehê bi zorê bo encamdana kiryara sêkisê radikişînin.