Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destê alîkariyê çiqas rehmîn e

19:59 - 27 Tebax 2014

N: Kamyar

Carek din gelê me li Kurdistana Rojhilat weke berê selimand ku, rast e Şingalê bi sedan kîlometran ji wan dûr e, lê her bi germî keç û xort, û pîr û jin û zarokên Şingalê li hembêz digire, û bi hemû awayekî û li her gund û bajarekî, serbarê xirabiya rewşa aboriya xelkê Îranê bi giştî, û xelkê Kurdistana Rojhilat bitaybetî, alîkariyên curbicur bo awareyên êrîşa DAÎŞ’ê kom kirine.

Gelê me li Kurdistana Rojhilat bi hemû ol û mesebekê ve bi pêkanîna kempêyn û nawendên komkirina alîkariyên madî û xwardemenî û dapoşînê li seranserê Kurdistanê, nîşan dan ku hekî kêm jî be, lê armanca wan ev e ku xwe di êş û elema birayên Êzidî de pişikdar dizane, û bi qasê dilopekê jî be, ji behra karesata ku bi serê wan de hatî, kêm bike.

Bajarên wek Kirmaşan bi giştî û bitaybetî gelê me yê peyrewê ola Yarisan li wî barajî û herweha bajarên Rowanser û Cowanro û Serdeşt û Bîcar û Kamyaran û Merîwan û Seqiz û Dîwandere û Urmiye û gellek bajar û gundên din, alîkariyên xwe gehandin cihên taybet ên komkrina alîkariyan, da ku bigehînin destê gelê me li Şingalê.

Her weke di wêneyan de dixûye, heya zarokên Kurdistana Rojhilat jî bi bexşîna kinc û guharên xwe û herweha bûk û zava jî di roja zewicîna xwe de, bi pêşkêşkirina zêrên bûkîniya xwe û alikariyên madî, weke koreva sala 1991’an, xweşiyên xwe tevî gelê me yê Êzidî parve kirin.