Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destê Îranê di xirabkariyên Aramkoyê de hebûye

11:15 - 22 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê Şêwirmendê wizareta derewe a Erebistanê, “ Adil El Cubêyr”, Roja Duşemî, 29`ê Rezberê, di hevpeyvînekê di gel “ El Erebiyê”de Got: Li gorî wan belge û şahidên ku me berdest hene, Bo me xûyaye ku rêjîma Îranê di êrişa bo ser “ Aramko”ê de dest hebûye.

“ El Cubêyr” ragihand: Şermezar kirina Îranê ji aliyê welatên Ewrûpa yê ve, di cihê xwedeye.

Her wisa ragihand: Rêjîma Îranê tu rêzek bo serweriya hikûmetan û her wisa bo yasayên nawnetwî, nagire.

Navbirî her wisa Got: Em bavirin ku ew mûşekên bi kar hatî di êrişa ser “ Aramko”ê, ên Îranêne, me bi caran gotiye ku em aşitîxwazîn, Lê hember kiryarê Îranê de bêdeng namînin, “ Şandina şoreşê” ku di yasaya bingehiya Îranê de hatiye pesend kirinê, bi tu rewşekê em qebûl nakin.

Wezîrê şêwirmendê Erebistanê ser li hevhatina bernama Navokiya Îranê di gel Rojava got: Ew hevhatin kêmasiyên zêde hene, ber hindê çalakiyên mûşekên Balistîk ên Îranê û her wisa destêwerdana Îranê li karobarên welatên dewerê de, nehatiye berçav girtinê.