Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Desteke xuya

13:28 - 7 Gulan 2021

Kerîm Perwîzî

Şerê bi nûneratî an şerê bi wekalet, ew şer e ku Komara Îslamî ya Îranê têde perwerde bûye. Li destpêka hatina serkar a wê ku wa hizir dikir bi hêza îdolojîkî ya “Wilayeta Feqîh” a Spaha xwe dikare ji Tehranê ve heta Kerbelayê û ji wir ve jî bigihe Qudsê, û şerê kavilker ê digel Îraqê destpê kir, lê piştî şikesta bêrûmet ku Xumeynî bi firkirina cama jehrê binav kiribû, êdî xwe rasterast li şer neda û hînî vê yekê bûn ku hêzekê ava bikin û xulam û teslîmbûyî û kopalbidestên din xwedî bikin û wan bona şer û afirandina fitneyan bo deverê bişînin.

Di vê pênavê de jî, bi tenê ji girûpên Şîeyan razî nebûn û di rastî de ji Şîe û Sunniyan ve bigre heta Kirîstiyan û komonîstan, girûpên mafiyayî ava kir û li cihên cuda de, ji Lubnan û Sûriyê ve bigre heta Yemen û Behrênê û heta Îraq û Tirkiye û Kurdistanê jî, şerê xwe bi wan da kirin.

Di 1ê Gulana sala 2021an de, girûpeke tundajo a ser bi rewta cîhadî di şevê de êrîşî ser mal û jiyana xelkê sivîl li taxa “Darsêran” a Merîwanê kir û piştî xisarlêdaneke zêde bi mal û darayiya xelkê, 2 kes jî bi dijwarî birîndar kirin û xwestin rewşeke bi sam û tirs di nav bajar de biafirînin.

Piştî ku wan ew erkê ku bi wan hatî spartin cî bi cî kirin, terorîstên DAÎŞê çûn û hêzên hovane yên Spaha Pasdaran jî li kolanan de hatine belavkirin û xwestin ku zêdetir rewşê tirsinaktir bikin.

Hekî ciwaneke Kurd kêmekê bêhna têkoşana medenî û siyasî jê bê û wisa nîşan bide ku hizreke şoreşgerane û netewî heye, hemû dezgehên tepeserker ên Komara Îslamî ya Îranê li pey dikevin û binçav dikin û îşkence dikin; Ew cihê pirsyarê ye ku girûpên tundajo û girêdayê rewta cîhadî bi şêwaza “Elqaîdê” û DAÎŞ li Kurdistanê de bi azadî digerin û li mizgevtan de têne xuya ku li piraniya bajarên Kurdistanê de kom dibin û hin caran jî manorê bi hêza xwe ve lêdidin û demûdezgehên Komara Îslamî jî çavên xwe digrin!

Di demekê de ku kesên pêle bilind ên Elqaîdê çendîn sal e di Îranê de dijîn û kesên binavûdeng ên wan li bajarê Tehranê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve têne kuştin, êdî bersiva pirsiyaran rohn dibin ku ew kes bi nav û rûkê tunajoyên Îslamî ve hatine rêkxistin, heta ku şerê bi nûneratî bo Spaha Pasdaran bikin.

Renge ew pirsyare bê kirin ku Spaha Pasdaran bi xwe û dezgehên îtila`at û bi 10an dezgehên tepeserker ku li Kurdistanê de hene, hemû li çarçoveya sîstema serkutker a Komara Îslamî ya Îranê de dixebitin û netewa Kurd serkut dikin, êdî hebûna wan girûpane bo çî ye?

An bi wateye din, dema ku dezgehên “Wilayeta Feqîh” bi xwe şerê rasterast li dijî Kurd dike, êdî ti hewcehiyek bi şerê nûneratiyê heye? Birsiva vê yekê eva ye ku rejîm bi hemû demûdezgehên xwe yên serkutker ve, ne bi tenê nekariye hizra şoreşgerî û netewî di Kurdistanê de bêhêz bike, belkî civaka Kurdistanê niha ji dehikên derbasbûyî zêdetir ber bi nasnameya netewî û xebata mafxwazane ve diçe û Komara Îslamî ya Îranê dixwaze toyê neresenatî di civaka Kurdistanê de biçîne heta ku bikare hêz û potansiyelan bixelitîne û hêza kopalbisdet û bê mejî hebe ku li şer digel hizra netewî û azadîxwaziyê de bikar bîne. Divê rîşeya wan tundajo û terorîstan bi dijegemarkirin bê paqijkirin.