Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Desthilatdarê rejîmê îtirafê bi karesata rewşa Koronayê dikin

12:52 - 31 Gulan 2020

Gorî rapor û berhevdana rojane ya Wezareta Tendirustî ya rejîmê, di derheq rewşa belavbûna vîrûsa koronayê di Îranê de, 7 parêzgehên Îranê di rewşa sor û gelek dijwar de ne.

Roja 30`ê meha Gulanê, Wezareta Tendirustî ya rejîmê di derheq 7 parêzgehan de hişdarî da û rewş sor ragihan.

Ev parêzgeh wiha ne: “Tewrêz, Hurmozgan, Îsfehan, Luristan û 3 parêzgehên Urmiye, Sine û Kirmaşan jî li Rojhilatê Kurdistanê ne.

Rejîm di demekê de li ser wan 7 parêzgehan haydariyê dide, ku di parêzgehên Xûzistan û Sîstan û Belûçistanê de karesatekî mezin û dûr ji çavê mediya û dinyayê diqewime û gorî raporan ku li ser torên civakî têne weşandin, rojane hezaran kes tûşê koronayê dibin û dehan kes bi wê sedemê canê xwe ji dest didin.

Xuzistanê ne tenê rewş sore, belkî karesatekî mezin diqewime.

Cihgirê Tendirustî ya Zanîngeha Zanistî ya Pizîşkî ya Ehwazê ragihand, ku di 20 bajarên Xuzistanê de rewş êdî ji kontirolê çûye der û em digel karesatê hember in.

Eve di demekê de ye ku rejîm rewşa 7 parêzgehan sor radigehîne ku, heya niha jî digel be, rejîm rastiyan diveşêre û heya niha jî amarên serast yên tûşbûn û mirina bi Koronayê di Îranê de eşkere nekiriye.

Gorî berhevdan û komkirina amarên nefermî ji aliyê sazî û navêndên medenî û civakî, rapor û zaniyariyên ku ji aliyê hinek jêderên bîhanî ve têne belavkirin, tête gotin ku bi milyonan xelkê Îranê tûşê Koronayê bûne û pitir ji 50 hezar kesî jî canê xwe ji dest dane.