
Wê carê jî Şêwraya Nigehban a rejîma Îranê berbû canê Rûhanî û tevî hişdarekirin bi Rûhanî, ew serkomarekî neagehdar û bikêrnehatî binav kir.
Roja Çarşemî 23ê Kanûna Pêşîn, Şêwraya Nigehban a rejîma Îranê li derheq daxwaza Serkomarê rejîma Îranê, “Hesen Rûhanî” bona pêdeçûnê li ser yasaya bineretî, ew bi Serkomarekî nêagehdar û bikêrnehatî binav kir û herwisa “Cibhەyê Paydarî” bi “Hesen Rûhanî” huşdarî daye ku hekî pêdeçûnê li rewşa xwe neke dê rastî bangkririn bo meclîsê an liserkarderxistinê bibe.
Hesen Rûhanî çend rojan berî niha daxawaza pêdeçûn li yasaya bineretyî ya rejîma Îslamî ya Îranê li ser 3 mijarên : “Hatina leşkeriyan bo Pastor (beşdariya kesên leşkerî li siyasetê), sîstema hizbî û deshilta Serkomar pêka xala 134 a yasaya bineretiya rejîma Îslamî ku deshilatên Serkomar diyarî dike” kiribû.
Birêveberê giştî yê Şêwraya Nigehban, “Ehmed Cennetî” tevî rexnegirtin ji “Hesen Rûhanî”, ragihand ku bi birêveberiya şaş ya hejmarek ji berpirsan sedema bingehîn ya bilindbûna nirxan û enflasyonê ye û da zanînê ku gotinên Serkomar bervajiyê yasaya bineretî ne.
Berdevkê Şêwraya Nigehban, “Ebaselî Kedxudayî” ragihand: “Bi tenê Elî Xamineyî dikare biryara pêdeçûn bi yasaya bineretî bide”.
Herwisa “Cibhêyê Paydar” gefa bangkirin bo meclîsê û liserkardexistinê bi “HesenRûharî” re xwar.