Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destpîsiya malî ya çend fermandeyên din jî eşkere bû

13:18 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Di Îranê de gendelî û destpîsiya malî di nava berpirsan de gihîştiye astekê, ku êdî bi tu awayekî nahê veşartin, û rojane em şahidê eşekerebûna gendeliyên berpirsan dibin.

Serokê şêvra bajarê Tehranê ragehand ku serokê Navenda Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê, bûye berpirsê pêregihîştina bi dosiyeya tohmeta malî ya 10 hezar milyard Tûmenî ya qaimmeqamê şaredarê berê yê Tehranê.

Di vê dosiyeyê de heya niha 5 kes hatine girtin, ku çar ji wan fermandeyên Spaha Pasdaran û yek jî fermandeyekî arteşê ye, û her pênc kes jî berpirs in, di Navneda Giştî ya Hêzên çekdar de.  

Muhsin Haşimî serokê şêvra bajarê Tehranê ragehandiye, ku dosiyeya gendeliya malî ji aliyê Mihemed Husên Baqirî serokê Navenda Giştî ya Hêzên  çekdar ve tê şopandin.

Yekem car nûçeya destpîsiya malî di Navenda Giştî ya Hêzên Çekdar de, di meha Befranabarê de, ji aliyê Elî Muteherî ve di hevpeyvîna bi rojnameya Firansî ya Lomond re eşkere bû, lê piştre Husên Necar, cihgirê Saziya Îtila`at a Spaha Pasdaran destbiserkirina fermanderan bi tohmeta destpîsiya malî ret kiribû.

Navenda Giştî ya Hêzên Çekdar di yasayên qezayî de berpirsyaraiya şopandina dosiyeyan nagre stûyê xwe, û zêdetir eva karê Hifazeta Îtila`atê ya Navenda Giştî ya Hêzên çekdar e, lê jiber ku tawanbareke destpîsiya malî navê wî Seyîd Hesen Betulî ye, û ew cihgirê Îtila`ata Navenda Giştî ya Hêzên çekdar e, ew yek bûye sedem ku li gora berfirehiya vê destpîsiya malî û desthebûna fermandeyên Îtila`atê û Hifazeta Îtila`atê di nav vê destpîsiya malî de, Mimed Baqirî fermandê Navenda Giştî ya Hêzên çekdar berpirsyariya çavdêriya bi ser vê dosiyeya destpîsiya malî kêşaye stûyê xwe.

Sala borî hinek ji malperan bas ji destbiserkirina Îsa Şerîfî qaimmeqamê Qalîbaf di şaredariya Tehranê de kiribûn, û Musiniyê Êjêyî berdevkê Dezgeha Qezayî jî ew yek piştrast kiribû.

Tê gtin destpêkê navbirî reviya bû, û xwe gehandibû Ewropayê, lê Îtila`tê navbirî bi firt û fêlan kêşabû Ermensitanê û piştre destbiser kiribû, û anîbû Îranê.

Navbirî gellek caran postên bilind di Spaha Pasdaran de hebûye.