
Kurdistanmedia: Berpisên îdareya Perwerde û Hînkirinê ya rejîmê jî di bodceya vê îdareyê de gendeliyan dikin.
Pêka gotina Elî Muvehidîrad Dadwerê giştî û Şoreşê li bajarê Zahidanê destpîsiya 5 kesan ku 4 kes ji van karmendên îdareya Perwerde û Hînkirinê li bajarê Serbaz a girêdaiy parêzgeha Sîstan û Beloçistanê bûn, daye eşkerekirin.
Wî dadwerî rejîmê daye zanîn ku karmendên îdareya Perwerde û Hînkirinê 5 milyard Tûmen li Bodceya ku bo vê îdareyê li bajar Serbazê hatibû destnîşankirin dizîne, û îmkana vê yekê jî heye ku kesên tawanbar yên din jî di vê pêwendiyê de eşkere bin.
Muvehidî daye xuyakirin ku 5 kes di vê pêwedniyê de hatine destesekirin ku 4 kes ji van karmanedên îdareya Perwerde û Hînkirinê ne.
Berê jî destpîsiya destpîsiya bi qasî 8 milyard Tûmenî li sandiqa zexîreya mamostayan hatibû eşkerekirin ku mezintirîn despîsiya îdareya Perwerde û Hînkirinê tê hesbkirin.
Di bajarên sînorî yên Îranê de bilî givaş û desteserkirina hevwelatiyan û bêparkirina welatiyên li bajarên sînorî de, û dabîn bekirina derfetên xwedin û kar di van bajaran de ji aliyê rejîmê ve niha, dastpîsiyê jî di bodceyên ku bo van bajaran destinîşan dikin endam didin.