
Kurdistanmedia: Kompaniya “AutoTek” û banka “BPI” a Firansayê, çalakiyên xwe yên digel Îranê sekinandin.
Di berdewamiya vekişiyana bank û kompaniyayên derve ji Îranê, piştî sepandina dorpêçên aborî yên ji aliyê Amerîkayê ve bo ser rejîma Îranê, kompaniya: “AutoTek” a Fenlandê û banka “BPI” a Firansayê, ku piştevaniya kompaniyayên Firansî dike bo bazirganîkirin di Îranê de, çalakiyên xwe sekinandin.
Berdevkê Kompaniya Fîlandayê ya “AutoTek”ê ragehandiye ku, girûpa pîşesazî ya vê kompaniyayê piştî wergirtina dawîn bar û tiştên ku di Îranê de tên firotin, pêş 1`ê Novanbera bê de, dev ji bazarên Îranê berde.
Heriwsa “Nikula Duofurck”, birêveberê Kargêrî yê banka “BPI a France” ragehandiye ku, bi sedema dorpêçên aborî yên Amerîkayê, êdî tu kompaniyayeke Fransayê ji bo bazirganîkirina digel Îranê piştevaniya malî nake.
Banka “BPI” a Firansayê, bi çê kirina mikanîzmeke kar, piştevaniya malî dike li kompaniyayên Firansî yên ku di warê veguhastina tiştan bo Îranê çalakiyan encam didin. Lê bi sedema dorpêçên aborî û nebûna barmteyên malî ji aliyê kirêgirtiyên Îranî, ji tu kompaniyeke din bo bazirganîkirin di Îranê piştevaniiyê jê nake.
Piştî duberebûna dorpêçên aborî yên ji aliyê Amerîkayê bo ser Îranê, welatên Ewropî pêdagîrî dikirin da ku bazirganiyên xwe digel Îranê berdewam bikin, lê heya niha nêzîkî 60 kompaniyayên Ewropî çalakiyên bazirganî yên xwe yên digel Îranê sekinandin.