Lehî di devera “Boralan” a Makoyê, çavkaniya ava vexwarina xelkê wê deverê têk daye û xelk rastî bê aviyê hatine û tûşî çendîn pirsgirêkan bûne.
Roja Çarşemî 31ê Adarê, Cihgirê Hevahengkerê Karûbarên Avedanî yê Parêzgarê Urmiyê, “Aydîn Rehmanî” tevî îşarekirin bi qutbûna ava 20 gundan li devera “Boralan” a “Mako”yê îdia kir: “Avakirina neyasayî ya li derveyî sînor bûne sedem ku, berahîka lehiyê ber bi devera sînorî ya “Boralan”ê ve bê û dibe bi rêyên dîplomatîk ve bê çareserkirin”.
Kaniyava “Soreya” di devera “Boralan” a Makoyê de ku çavkaniyeke girîng a wê deverê ye û ava 20 gundan dabîn dike, zêdetir ji hezar û 200 malbat di wê deverê de dijîn ku lehiyê çavkaniya ava wan têk daye.
Çendîn sal e ku lehî yek ji bûyerên trajîk a deverên çiyayî li parêzgeha Urmiyê ye û rejîma Îranê pêngavên hewce bona çareserkirina wê pirsgirêkê ku, piraniya caran xisarên malî yên giran û hin caran jî xisarên canî li pey xwe tîne, hilnegirtiye û neşiyan û xemsaraiya xwe ya di wê lehiyê de xistiye stuyê bernameyên avedaniyên derveyî sînor.