Devera geştiyariya “Seraba Nîlûfer” ji piraniya xizmetkariyên wekî “tendirustî, berq, keskatî û cihê avdestan bê par e.
Devera “Seraba Nîlûfer” bi sedema guhnedan û girîngînedana bi zanebûn a berpirsan di rewşek gelek xirab de ye, û ew devera geştiyariya balkêş dikarî bibe sedema geşekirina pîşeya geştiyarî li deverê; di vê derheqê de Fermandarê Kirmaşanê “Fezlullah Rencber” gotiye: “Eger ew devera xwezayî li parêzgeheke din de ba bê şik dê bihata berçavgirtin û dê pêre bigihîştibana”.
Herwisa “Fezlullah Rencber” gotiye: “Devera Seraba Nîlûfer bi dadstaniya giştiya Îranê re hatiye dan lewma milkê dadgusteriyê tê hesibandin û ti pêregihîştinek bo wê deverê nayê kirin.
Herwisa navbirî îtiraf kiriye: “Bi sedema guhnedana berpirsan ev dever ji nav çûye û hewcehî bi pêregihîştineke taybet heye”.
Devera “Seraba Nîlûfer” di 25 kîlomertiya bajarê Kirmaşanê de ye.
Bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê pîşeya geştiyarî derbên giran xwarin û bi sedema guhnedana berpirsan cihên balkêş û deverên surûştî ên Rojhilatê Kurdistanê tûşî xisarên gelek zêde bûne.