Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Devera geştiyariya “Xirgoşnaw” li parêzgeha Lursitanê di bin gefa linavçûnê de ye

16:23 - 23 Çirriya paşîn 2021

Fermandarê bajarê “Silsile”ê “Murteza Mehdewîkiya” li derheq dervera geştiyariya “Xirgoşnaw”ê de gotiye: “Zibil û paşmaveyên bajarê Eleşter bo devera Xirgoşnavê vediguhazîn û li wir tê havêtin û ev yeka bo wî bajarî pirsgirêkên jîngehê afirandine.

Navbirî gotiye: “Rojane zêdetir ji 50 ton zibil û paşmawe di bajarê Eleştyerê de kom dibe û li devera geştiyariya Xirgoşnavê te dê avêtin.

Piraniya bîrên ava vexwarinê ya bajarê Eleşterê di devera “Xirgoşnav”ê de ne û avêtina zibil û paşmaweyan di wê deverê de dikare bibe sedema levitîn û pîşbûna ava wan bîrên avê û di encam de bibe gef li ser tenduristiya xelkê wî bajarî.

Devera “Xirgoşnaw” li parêzgeha Luristanê li warê corên giya, gul û canliberan ve yek ji cihên gîrîng û dewlemend tê hisêb.