
Spaha Pasdaran piştî 20 rojan milîtarîzekirina devera Mirgewer û çiyayê Bozê Sîna, duh beşek ji hêzên xwe li çiyayê “Bozê Sîna” vekişandine.
Pêka nûçeyên ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmediya”yê piştî derbasbûna nêzî 20 rojan ji milîtarîzekirina devera “Mirgewer” û çiyayê “Bozê Sîna” ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve, û birina hejmarek zêde ji hêzên xwe bo vê deverê duh roja Sêşemî 27ê Rêbendanê Spaha Pasdaran piştî lidarxistina manhorek leşkerî û çendîn demjimêr teqekirin li çiyayê “Bozî Sîma” hêzên xwe li ser vekişandine xwarê.
Li derheq milîtarîzekirina devera “Mirgewer” û veguhastina wan hêzan ti zaniyariyek rohin ji ber dest de nîne, û heta beşek zêde ji hêzên Spahê û caş û bikirêgirtyên ku digel wan de hatibûn jî, ji pilanên Spaha Pasdaran a terorîst agehdar nînin.
Spaha Pasdaran a terorîst ji roja 15`ê Rêbendanê ve ew hêzên xwe li devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê de cihgir kiribûn û bi çendîn alavên paqijkirina rêyan rêya çiyayê “Bozê Sîna” ku befrek zêde tê de bû, paqij kiriye.
Herwisa hêzên xwe di gundên “Gêsiyan, Çiriyava, Sûledokel û Kulebîhî” yên ser bi devera Mirgewer de cihgir kiribûn û gef ji xelkê wan gundan xwaribûn ku divê ji bo hêzên me mizgevtan çol bikin da ku ew hêzên xwe tê de cihgir bikin û herwisa rê nedidan ku xelkê sêvîl nêzî wan bibin.