Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Devera “Şarwêranê” jî di gel rêbaza şehîdan peyman nû kir

18:59 - 31 Adar 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ di peyamekê de, di gel rêbaza şehîdan peyman nûkirin.

Deqa peyamê wiha ye:

Em bi hewce dizanin di wê roja dîrokî de ku, roja Şehîdên Kurdistanê ye, silav bişînin bo hemû şehîdên Kurdistanê, nemaze şehîdên rêberê me, “Qazî, Qasimlû û Şerefkendî” ku, bi can gorîkirina xwe, agirê xebatê bo bidestveanîna mafê mirovî geştir kirin.

Hezar silav li canê “Qazî, Qasimlû û Şerefkendî” ku, bi xebat û şehîdbûn û rêniwiyên xwe yên weke, ronahiya riya xebata heta hetayî, pêngav bi pêngav bandor li ser riya xebata me ne.

Her li gorî wê rojê jî, di gel şehîdên rêberên me, nemaze “Pêşewa Qazî Mihemed”, û hemû şehîdên duh û îro, em peymana emegnasiya xwe nûdikin, û soz didin, li rê û rêbaza wan heya gihîştin bi armancên mafê rewa yên neteweya me berxwedaniyê bikin, û heya ku em digihîjin bi armancên xwe yan jî, weke şehîdên me di wê rê de canê xwe fîda bikin.

 Silav li Qazî, Qasimlû û Şerefkendî!

Silav li hemû şehîdên riya rizgariya gelê Kurd!

Silav li Şehîdên PDKÎ!

Silav li Şehîdên Rasanê!

Silav li girtiyên xweragir yên siyasî!