Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Devera Textemîrza li derdora bajarê “Esferayn”ê ji xizmetguzariyan bê parin

12:17 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2022

Devera zozançiyan a Textemîrxa li derdora bajarê Esferaynê girêdayî parêzgeha Xurasanê û herwisa gundên derdorê ji hewcehiyên destpêkî yên jiyanê bêparin.

Gundên weke “Sorx Qel`e, Kerîmabada serê û xwarê” û herwisa devera zozaniyên “Textemîrza” digel pirsgirêkên gelek dijwar ên derbasiyê yên weke, nebûna rê, telefon û avê rû bi rû ne û pirsgirêkên gelek micid bo wan afirandiye û jiyan di vê deverê de dijwartir kiriye.

Herwisa rewşa jiyana xelkê û bi taybet kêmendamên wan gundan, gelek dijwar e.

Xelkê devera Textemîrza ku zozançî ne, nikarin bo ajelên xwe ava vexwarinê dabîn bikin û heta av bo vexwarina gundiyan jî dest nakeve.

Rejîma Îranê heta niha ti pêngavek bona çareserkirina pirsgirêkên xelkê li vê devera zozançiyan û wan gundên Esferaynê hilnegirtiye.

Xelkê gundên “Sorx Qel`e, Kerîmabada serê û xwarê” û herwisa devera Textemîrza bi rêya xwedîkirina ajelan hewcehiyên jiyana xwe ya dijwar dabîn dikin, lê niha bi sedema pirsgirêkên han, jiyana wan gelek dijwartir bûye.

Bi piranî xelkên zozançî û gundên Xurasanê ji gelek hewcehiyên jiyanê bêpar in û pirsgirêkên devera Textemîrza, mînakek ji wan pirsgirêkan in.