
Kurdistanmedia: Nûnerêkî mecilsa rejîmê dide xuyakirin ku, dewlet dixwaze nirxa nan li ser hesaba berîka nanpêjan hesab bike.
Roja Pêcşemî 16`ê Çiriya Paşîn, Ehmed Emîrabadî, endamê birêveberiya şêvra mecilisa rejîmê, di civîna xwe ya li bajarê Qumê got ku, destnîşankirina nirxa niha digel tu hesabekî rêk nakeve, û dewlet di derheq nirxa nan de dixwaze rizamendiya hevwelatiyan jî bi dest ve bîne, lê ev kiryara bi buhaya destbirina di berîka nanpêjan de ye.
Herwisa navbirî da zanîn ku, ez wekî nûnerê meclisê tu bersiveke wisa derheq vê arîşeyê de ku, cihê rizamendiya hevwelatiyan be, min nîne, û mecilsê jî mafê pesendkirina nirxa nan tuneye.
Wî nûerê mecilsa rejîmê got ku: Zêdekirina nirxa niha ya nan digel tu hesab û kitabekê rêk nayê, û ji aliyekî din ve jî dewlete dixwaze ku rizamendiya xelkê di vê derheqê de rabigire, lê ev kiryara bi buhaya destbirina di berîka nanpêjan de ye.
Herwisa wî nûnerê şêvra meclisa rejmê ev yeka jî zêde kir ku: Eva ku xanenişînek ji sinduqa xanenişînan werdigire heqdestê wî/ê nine, belku pare û paşkevta wî ye, lê sinduqên xanenişînan bi rengekî siyasî û xirab, bi rê ve dibin û eva tu pêwendîyek digel xanenişînan tuneye.
Emîrabadî got ku: Hekî dewlet bixwaze nirxa nan zêde bike, dibe xisara wê jî bide.
Navbirî da eşkerekirin ku, dewlet bi qasî 60 milyard Tûmenî qerdarê Saziya Dabînkirina Civakî ye, û dewrên cuda yên dewletê yên borî destdirêjî bi ser sinduqa Saziya Dabînkirina civakî de kirine û eva jî di demekê de ye, ku alavên Saziya Dabînkirina Civakî alavên kedkarên dewletê ne, û berpirsên rejîmê bi piştevaniya ji dewletê, derheq zêdekirina nirxa nan de derbeyek giran li hevwelatiyan dixînin.
Nanxwarina rojane, û hekî nirxa wê jî zêde bibe êdî xelk di kirîna nanê rojê de jî, wê bê çare bimîn e, û beripirsên rejîmê bes di fikra berîka xwe de ne, qet çav li rewşa aborî û betaliya xelkê nakin.
Di heyama sepandina dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê de jî, nirxa hemû tiştî di Îranê de bilind bûne, û berprisên rejîmê rojane di îdareyên cuda yên rejîmê de gendeliyan dikin, di vê nîvekê de zirar li xelkê hejar û desteng dikeve.