
Kurdistanmedia: Wezareta Derve ya Birîtaniyayê derheq serdankirina hevwelatiyên ku xwedî du nasname ne, ji bo serdankirina bo Îranê hişdariyê dide
Wezareta Derve ya Birîtaniyayê roja Çarşemî rêkefta 28`ê Xermanana 1397`an, (19`ê Îlonê) ji van kesên ku hem nasnameya Îranê û hem jî nasnameya Birîtaniyayê hene, derheq serdankirina bo Îranê hişdarî da.
Wezareta Derve ya Birîtaniyayê di rûpela taybet bi Îranê, zanyariyên taybet bi serdankirina bo Îranê nûkir, û îşare bi vê kiriye ku, hevwelatiyên xwedî du nasname di serdankirina bo Îranê digel metirsiya destibiserkirinê rûbirû ne, û dewleta Birîtaniyayê jî, ev qas şiyana piştevanîkirin ji van kesane tune ye.
Wezareta Derve ya Birîtaniyayê ragehandiye ku, Îran kesên xwedî du nasname yên Birîtaniyayê bi fermî nasnake û van destibiser dike û dewleta Birtaniyayê jî nikare van ji giritîgehên Îranê de, rizgar bike.
Rejîma Îranê bi berdewamî kesên xwedî du nasname yên ku serdana Îranê dikin, bi tometên cuda wekî sîxorîkirin û pêwendî digel welatên dijberên xwe destibiser dike û bi bê berçavgirtina yasaya navneteweyî reftar dike.