Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Efxanistanê jî bazirganiya digel Îranê qedexe kir

14:38 - 15 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Dewleta Efxanistanê di di daxuyaniyekê de, ji  bazrganan û berhemhînerên  wî welatî re ragehand da ku hewcehiyên xwe ji Îranê nekirin

Di doma dorpêçên aborî yên ku piştî vekişiyana Amerîkayê ji lihevkirina Bercamê, yên li ser Îranê  hatine sepandin, serkomarê Efxanistanê jî di daxuyaniyekê de, û  pêşniyara berpirsê giştî yê gumrkê li gorî yasaya (5490), ji bazêrgan û behemhînerên wî welatî re ragehandiye ku,  kirîna alavên wekî  madeyên petrolê, çîmentoya reş, asin, siramîk û kaşî ji Îranê qedexe ye. Herwisa di vê daxuyaniyê hatiye ku, hekî  ev tiştên wiha ji Îranê bê kirîn,  wê  lihember de doz  bê vekirin.

 Welatê Efxanistanê hem ji ber hebûna sînorê hevpar û hem jî bi sedema nebûna karxane û kargehên pîşeyî , yek jî welatan e ku salane bi qasî milyonan Dolarî çîmentoya reş, kaşî û mozayîkan ji Îranê dikire.

Welatê Îranê di dîrok û huner û pîşeya xwe de, pêşîneyeke zelal û tijî heye, ev jî bi sedema hebûna çavkaniyên serekî û bin`erd yên madeyên destpêkî yên pîşeya kaşî dirustkirin û mozayîkan.