
Kurdistanmedia: Dewleta “Fransa”yê ragehand ku, dest bi ser darayiyên Wezareta Îtila`ata rejîma Îranê, û dîplomatekî Îranî û du hevwelatiyên din yên Îranê yên di vî welatî de girt.
Dewleta “Fransa”yê, dîplomateke rejîma Îranê û du hevwelatiyên din yên Îranê, ku dixwastin di civîna “Mucahdînê Xelq” yên di wî welatî de, ku di roja 9`ê Pûşperê bi rê ve çû, û di vê civînê de nêzîkî 25 hezar kesî beşdar bibû, kiryarên terorîstî encam bidin, destbiser kirin û dest bi ser darayên wan de girt.
Piştî vê ku dewleta “Fransa”yê ev dîplomatê rejîma Îranê û digel du hevwelatiyên din yên Îranê ku di vî welatî de kar dikirin, derhqê vê kiryara terorîstî destbiser kirin û dest bi ser hesabên bankî yên van û yên Wezareta îtila`ata rejîma Îranê de girtin, Îranê jî daxwaza azadkirina bilez ya wan endamên xwe kiriye.
Wezaretên Karê Derve û Wezareta Aborî ya “Fransa”yê di daxuyanyeke hevpar de, derheq “bernameya êrîşa bo ser civîna Mucahidînê Xelq a di nav axa “Fransa”yê de, ragahendin ku: “Ev kiryara gellek micid e û em nikarin wê bê bersiv bihêlin”.
Herwisa Şêvra Ewlehiyê ya “Koçka Spî” jî ev helwêsta hêzên ewlehiyê yên “Fransa”yê derheq “kiryara terorîstî a bê encam ya Îranê ya li Parîsê” de gellek bihêz da zanîn, û berdevka Wezareta Amerîkayê jî di gotûbêja digel nûçegihanan de tevî îşarekirina bi bûyerên heyamên borî de, komara Îslamî “piştevanê serekî yê terorîzmê” da naskirin.
Herwisa di berdewamiyê de, li ser rûpela “twitt”a xwe nivîsî ye ku “Tehran dibe bizane ku digel reftarên wiha yên şermane nikarin ser bikevin.