Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Îraqê hişdarî bi hêzên milîsan re da

17:40 - 26 Kanûna pêşîn 2020

Serokwezîrên Îraqê, “Mistefa Elkazimî” bi milîsên wî welatî re hişdarî daye û ragihandiye ku hekî hewce be, dê “helwîstên çarenivîs” li dijî wan milîsan bigre.

Piştî girtina yek ji endamên girûpa “Esayîb Ehlî Heq” ji aliyê hêzên Îraqê ve, hejmarek ji endamên wê girûpa terorîstî li ber deriyê bînaya “Îstixbarat” a Îraqê kom bûne.

Milîsên girêdayê rejîma Îranê di wan  heyaman de, êrîş li ser binke û navendên ewlehî û siyasiyên Îraqê zêdetir kirine.

Di wê derheqê de, Endamê Parlemana Îraqê, Dr. “Zafir El`anî” ragihandiye: “Her mûşekekî katyûşayê balyozxaneya Amerîkayê bike bi armanc, ji aliyê pasdar “Îsmaîl Qa`anî” ve hatiye fermandehîkirin”.

“Qa`anî”yê terorîst, serdana Îraqê kiriye û wî endamê Parlemanê gotiye: “Rejîma Îranê, deshilateke kawilker e”.

Milîsên “Esayîb Ehlê Heq” ku girêdayê rejîma Îranê ne, bi rêya tayfegerî û banghêjiyên Olî ve geşê bi şer, teror û kuştinê didin.

Piştevaniya rejîma Îranê li girûpên terorîstî û herwisa destêverdan li karûbarên welatên deverê, nigaraniya berpirsên wan welatn li pey xwe ve aniye.