Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Kanadayê ragihand ku rejîma Îranê li derheq balafira Ukraynê çewtekariyan dike

13:06 - 12 Hezîran 2021

Dewleta Kanadayê ragihandiye: “Hikûmeta Îranê bi berdewamî li derheq balafira Ukraynê de çewtekariyan dike, hevkarîkirin digel wî welati bona derbasbûna balafiran li esmanê wî welatî metirsîdar e”.

Şêwirmendê Serokwezîrê Kanadayê “Ralf Godal”, rejîma Îranê li derheq balafira Ukraynê gotina direwan, tawanbar kir û got: “Heta demekê ku Îran ji gotina hemû rastiyên li derheq xistinexwarê ya balafira Ukraynê xwe biparêze, esmanê wî welatî bona derbasbûna balafirên rêvîngî metirsîdar e”.

Herwis navbirî bi tekezî got: “Hikûmeta Îranê amade nîne ku tev rastiyên li derheq xistinexwarê ya balafira Ukraynê eşkere bike û digel girûpên lêkoler jî hevkariya hewce nake û dibe cîhan wê mijarê bi micidî werbigre, û ti belgeyek nîne ku bide xuya esmanê Tehranê yê niha ji dema “January”ê ya sala 2020an aramtir e û Îran her ji destpêkê ve, xwe ji bersivdaneke serast parastiye û li pey xelitandinan de bûye.

Berê welatên “Birîtaniya, Kanada, Swêd û Ukrayn”ê di daxuyaniyeke hevpar de ragihandibûn, ku reşkirina beşek ji zaniyariyên pêwendîdar bi xistinexwarê ya balafirê û perdepoşkirinên wan ji aliyê Îranê li dema amadekirina raporê de, binpêkirina yasayên navnetewî ye.

Herwisa Dadgeha Bilind a “Ontariyo” li Kanadayê bi dana biryarekê ragihand: “Xistinexwarê ya balafira rêvîngiya Ukraynê ji aliyê Spaha Pasdaran a Îranê ve, kiryareke bi zanebûn û terorîstî bûye”.